Humman Rights Watch rexneyan li dadweriya Iraqê digre

Rêxistina Humman Rights Watch radighîne, dû girtiyên Fransî yên ku bi sizayê bidarvekirinê li Iraqê hatine dadgeh kirin, bi eşkence û zorê bi endamtiya rêxistina DAIŞê mûkir hatin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Humman Rights Watch radighîne, dû girtiyên Fransî yên ku bi sizayê bidarvekirinê li Iraqê hatine dadgeh kirin, bi eşkence û zorê bi endamtiya rêxistina DAIŞê mûkir hatin e.

Rêxistina Humman Rights Watch, ku ji dû çavdêrên dadgehê veguhestiye, ragihandiye, girtiyek Fransî ku bi tometa endamîta DAIŞê hefteya borî li Iraqê bi bidarvekirinê hatibû dadgeh kirin, gotiye, wî bi zorê liser kaxezeke ku bi zimanê Erebî hatibû nivîsandin îmze kiriye, û girtiyek din ê Fransî ji dadwer re gotiye, ew li dema ku li Iraqê girtî bû ye, rastî eşkence û lêdanê hatiye.

Rêxistina navborî diyar jî kir, ew her dû girtî dinav 11 çekdarên din yên Fransî de bûn, ku destpêka îsal Hêzên Sûrya Demokrat radestî hikûmeta 'êraqê kiribûn.

Rêxistina Humman Rights Watch daxwaz ji welatên, ku sîstemek dadweriya zelal hene, kar ji bo vegerandina welatiyên xwe yên li bakûrê rojhelatê Sûriyê girtî ne, vegerînin, û amaje bi rêkeftina Neteweyên Yekgirtî kir, ku rêgiriyê li veguhestina girtiyan ji bo welatekî eşkenceyê dike, kir.

Hefteya borî, Iraqê sizayê bidarvekirinê liser heft girtiyên Fransî, yên ku bi tometa endamtiya DAIŞê hatibûn girtin, sepand.

 

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment