Di êrîşeke Îsraîlê de 3 leşkerên Sûrî hatin kuştin
Di encama êrîşeke Artêşa Îsraîlê li ser çend baregehên artêşa Sûriyê li sînorê Îsraîl û Sûriyê de 3 leşkerên Sûrî hatin kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama êrîşeke Artêşa Îsraîlê li ser çend baregehên artêşa Sûriyê li sînorê Îsraîl û Sûriyê de 3 leşkerên Sûrî hatin kuştin
Ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî belav kir, artêşa Îsraîlê êrîşî ser hejmarek baregehên artêşa Sûriyê li Ouneytera û başûrê rojavayê Şamê kir û di encamê de 3 leşkerên Sûrî hatin kuştin û 7 leşkerên din birîndar bûn.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ew êrîş li dijî ambarên çekan yên Hizbulaha Libnanî û hêzên Îranî hatiye kirin.
Ji aliyê xwe ve Artêşa Îsraîlê da zanîn, wan êrîş bersiva 2 mûşekên ku ji nava xaka Sûriyê ve hatine avêtin û li bilindahiyên çiyayê Şêx û Golanê ketine, dane.
Di 27ê meha bûrî de jî Îsraîlê êrîşek li gundewarê Quneytera encam dabû û di encamê de fermandarekî artêşa Sûriyê hatibû kuştin.
Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku rê dide Hizbulaha Libnanî û hêzên Îranî ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin. Wezîrê Anerjiyê yê Îsraîlî Yuval Steinitz gefê li Serokê Sûriyê Beşar Esed xawribû, heger rê bide Îranê hebûna xwe li Sûriyê bisepîne, dê wî bixin“Lîsta Xeternek”
S. B