Sunneyên Iraqê : Heşda Şabî demografiya deverên me diguherîne

Sunneyên Iraqê, Heşda Şa'bî û mîlişyayên Şî'e bi gûhertina demografiya navçeyên Sunne tometbar dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sunneyên Iraqê, Heşda Şe'bî û mîlişyayên Şî'e bi gûhertina demografiya navçeyên Sunne tometbar dikin.

Daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê dikin, rê nede Sunne ji navçeyên wan werin derxistin. 

Di hember de jî, Heşda Şe'bî wan tometan red dike û tekez dike, çekdarên wan ji hemû taîfe û mezheban in û alîgiriya tu pêkhateyan nakin.

Heşda Şabî ji grûbên milişyayên Şîa di dema şerê li dijî DAIŞê de hate damezrandin, lê her piştî bidawîhatina DAIŞê di warê serbazî de jî, hebûna xwe domand û wekî grûbek artêşek fermî ya Iraqê jî hate pêjirandin. Lê, Heşda Şabî bi gelek tewanên dijî mafên mirov û taifî jî tometbar kirin. Herweha wekî hêzek piştgirê Îranê jî tê dîtin.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment