Serok Barzanî pêşwazî li Konsolê Giştî yê Kuwêtê li Hewlêrê kir
Roja ênçşem 20.06.2019 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Kuwêt li Hewlêr Dr. Omer Ehmed Elkenderî û şanda pê re kir.

K24 – Navenda Nûçeyan
Roja ênçşem 20.06.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Kuwêt li Hewlêr Dr. Omer Ehmed Elkenderî û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Kuwêt li Hewlêrê silavên Mîrê Kuweytê gihandin Serok Barzanî û bal kişand li ser wê yekê ku cenabê wan hêvî dikir ligel serdana Bexdayê, serdana Herêma Kurdistanê jî bike, lê belê derfet peyda nebû û bi telefon pêwendiyê bi cenabê we re kir û me jî raspard careke din silav û rêzên rêzdar bi cenabê we bigihînîn.
Her di vê civînê de tekezî li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera gelê Kurdistan û gel û dewleta Kuweytê hate kirin û şanda mêvan xweşhaliya xwe bi pêşketinên siyasî yên Herêma Kurdistanê ragihand û pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexda xistin ber behs û guftûgoyan.
S. B