Komkujiya Kobanî birîneke mezin li pişt xwe hîşt
Di rojeke wek îro de û di 25ê Hizêrana sala 2015an çekdarên DAIŞê komkujiyeke mezin di derheqê şêniyên Kobanê de pêkanîbûn û 242 Kobanî bi hovane kuştin û bi sedan jî kes jî birîndar kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di rojeke wek îro de û di 25ê Hizêrana sala 2015an çekdarên DAIŞê komkujiyeke mezin di derheqê şêniyên Kobanê de pêkanîbûn û 242 Kobanî bi hovane kuştin û bi sedan kes jî birîndar kirin.
4 sal bi ser Komkujiya Kobaniyê re derbas dibin, ku xelkê Kobaniyê wê bi şeva xedirê bi nav dike û heya roja îro jî wê Komkujiyê bîrînên kûr di dilê her malbateke Kobanî de li pişt xwe hiştiye.
Di 25 Hezîrana 2015an de, wê demê meha rojiyê û piştî rizgarkirina Kobanî ji destê DAIŞê bi 5 mehan bû. Di şefaqeke xapînok de, biqasî 80 çedarên DAIŞê bi cilên YPGê derbasî nav bajarê Kobaniyê bûn û dest bi pilana kuştin û serjêkirina welatiyan kirin.
Di wê şefaqa xapînok de, dengê gule û qirînê ji her cihekî bajêr dihat bihîstin. Laşê jin, zarok û mêrên Kobaniyê di nav kolanana de dîmenên kîmiyabarana Helebçayê dihanî hizra mirovan. Wê demê çekdarên DAIŞê ji 2u aliyan ve Kobanî dorpêç kiribûn, destpêkê li gundê Berxbotanê yê ku 27 K.M dikeve Başûrê bajarê Kobaniyê dest bi Komkujiyê kirin û li deriyê Mûrşid Pînar otombêleke bomebarkirî teqandin û piştre dest bi Komkujiyê kirin.
Di dîroka Rojavayê Kurdistanê de tu Komkujiyên wiha çê nebûne, komkojiya Kobaniyê heya niha mezintirîn komkujî ye li ser asta Rojavayê Kurdistanê û di nav rêza 28 komkujiyên li Sûriyê de bûne, duyemîn mezintirîn Komkujî ye, lê heya niha jî wek xelkê Kobaniyê dibêjin, ti lêkolîneke rasteqîne di debarê çawaniya wê komkuhiyê de nehatiye kirin.
