Diplomatkarê Amerika: Mesrûr Barzanî serkeftî dibe
Gnehm: Mesrûr Barzanî ezmûnek zêde heye û dikare biser wan rêgirî û aloziyên, ku têne pêşiya wî de, serbikeve.

K24 – Navenda Nûçeyan
Dîplomatkar û balyozê berê yê Amerîka li Ûrdinê Edward Gnehm, di daxuyaniyek taybet de ji bo Kurdistan24 ragihand, Kabîneya Nû ya Hikûmeta herêma Kurdistanê çendîn erk li pêşiyê ne, ku encam bide, ya herî giring jî, parastina aramiya herêma Kurdistanê ye.
Gnehm anî ziman, ku pêwendiyên gelek baş di navbeyna Kurdistan û Amerika de hene. Pêkanîna Kabîneya Nû jî, ji alî Amerika ve tê pêşwazî kirin. Erkên navxweyî û herêmî li pêşiyê ne û hêzîdar im di erkên xwe de serfiraz dibe.
Eşkere kir, Mesrûr Barzanî ezmûnek zêde heye û dikare biser wan rêgirî û aloziyên, ku têne pêşiya wî de, serbikeve.
C.B