Li Babê 2 teqîn: 2 kuştî û 28 brîndar hene
Li Babê du motosîklet hatin teqandin, di encamê de 2 kes mirin, 28 kes jî birîndar bûn

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Babê du motosîklet hatin teqandin, di encamê de 2 kes mirin, 28 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan, li navenda Babê motosîkletek nêzîkî Mizgefta Hezretî Omer hate teqandin.
Li gor agahiyên destpêkî, 2 kesan canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Qebasînê ya girêdayî Babê, di nav mêwefiroşan de teqînek encam da û li gor agahiyên destpêkê 13 kes birîndar bûn.
Berpirsiyariya êrişê heta niha, tu aliyan ne girtiye ser xwe.
C.B