Erdogan Amerîka bi “diz” binav dike

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dibêje, heger Washington firokeyên F-35 radestî Enqerê neke, di demekê de ku birê 1.4 milyar Dolar bo firotana firokeyan wergirtiye, wek “diziyê” dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dibêje, heger Washington firokeyên F-35 radestî Enqerê neke, di demekê de ku birê 1.4 milyar Dolar bo firotana firokeyan wergirtiye, wek “diziyê” dibe.

Di dema serdana bo Çînê de, Serokomarê Tirkiyê di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Heger kiryarek hebe û pereyên xwe di dema xwe de bide, êdî çawa kelûpela xwe wernegire. Heger wiha bê kirin, wek diz tê binavkirin.”

Herwiha got: Tirkiyê ta niha 1.4 milyar Dolarê Amerîkî bo kirîna firokeyên şer F-35 daye. 4 firoke hatine radestkirin û pîlotên Tirkiyê ji bo rahênankirinê çûne Amerîka.”

Daxuyaniya Erdogan di demekê de ye, nakokiyên di navbera Enqere û Washingtonê de ji ber kirîna sîstema berevaniya esmanî yên Rûsî S-400 ji aliyê Tirkiyê ve zêdetir bûne.

Di vê derbarê de, berpirsên Amerîkî ji ajansa “Reuters” re ragihandin, ta niha Serok Trump li ser derxistina Tirkiyê ji bernameya F-35 û sizadana Tirkiyê rijd e, heger S-400 ji Rûsyayê bikire.

Her çend e berpirsekî Tirkiyê amaje bi wê yekê kiriye, heger Amerîka di helwesta xwe de berdewam be, ne dûr e Enqere li şûna firokeyên F-35 ên Amerîkî, firokeyên (SU-57) ên Rûsî bikire.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment