Parlemantoya Kurdistanê bombebarankirina navçeyên sînorî şermezar dike
Parlemantoya Kurdistanê îro ji bo çend pêşniyazên yasayî civiya û tê de bombebarankirina navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hate şermezarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Parlemantoya Kurdistanê îro ji bo çend pêşniyazên yasayî civiya û tê de bombebarankirina navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hate şermezarkirin.
Di destpêka civîna Parlemantoyê de, Seroka Parlemantoya Kurdistanê Vala Ferîd bombebarankirina navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û kuştin û birîndarkirina welatiyên sivîl şermezar kir û ragihand, li gor destûra Iraqê, Hikûmeta Iraqê di ber parastina sînorê Herêma Kurdistanê de berpirs e.
Ragihand jî, daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin bi erkê xwe yê parastina sînor rabe û kesên ziyan ji bombebarankirinê dîtinê qerebû bike.
Pêştir jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kiribû, PKK baregehên xwe ji gundan dûr bixe, ta ku bi sedema şerê di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de welatiyên sivîl nebin qurbanî.
Demek e artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê navçeyên sînorî yên Herêma Kuridstanê bombebarankirin dike, di encamê de hejmarek welatiyên sivîl hatine kuştin û birîndarkirin. Herwiha hejmarek gund jî vala bûne.
S. B