Efrîn.. Çekdar zorê li cotkaran dikin ceh û genim bi erzanî bifiroşin

Grûpên çekdar ên li Efrînê nirxekî erzan bo kirîna ceh û genimê cotkarên Kurd diyar kirine û wan neçar dikin ku berhemên xwe nefiroşin ti aliyekî din.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li Efrînê nirxekî erzan bo kirîna ceh û genimê cotkarên Kurd diyar kirine û wan neçar dikin ku berhemên xwe nefiroşin ti aliyekî din.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, li navçeya Cindirêsê ya Efrînê grûpa El Hemzat nirxê kirîna ceh ji 65 ta 75 Lîre Sûrî û ji bo genim ji 105 ta 110 Lîre Sûrî diyar kirine.

Ragihand jî, grûpa El Hemzat gef li cotkaran xwariye kî berhemê xwe bifiroşe aliyekî din, dê rastî çarenivîseke nediyar bê.

Ev yek di demekê, rêjîma Sûriyê nirxê kirîna genim 180 Lîre û nirxê kirîna ceh 130 Lîre Sûrî diyar kiriye. Herwiha çekdarên El Hemzat rê nadin ti bazirgan bêne navçeyê û kirîn û firotan tenê bi riya wan dibe.

Rê rêxistinê amaje bi wê yekê kir, grûpa El Hemzat dexl û danê cotkarên Efrînê bi erzanî dikirin û bi nirxekî buha difiroşin bazirganên navçeya rêjîma Sûriyê û bazirganên Tirkiyê.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment