Amerika: Em ligel Kurdistanê, her wekî hevpeymanek nêzîk dimîn in

Wezareta Derve ya Amerîka pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîka pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Di bersiva pirsyareke Nûçegihana Kurdistan 24 de, Peyvdara Wezareta derve ya Amerîka Morgan Ortagus ragihand, ku ew wekî hevpeymanek nêzîk ligel Kurdistanê dimîn in, û got ku ,ew kêfxweş in bi başbûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çaksazî li cem Amerîka giring e.

Duhî piştî hilbijartina Mesrûr Barzanî wekî Serokwezîr, Konsulxaneya Amerîka jî, ji aliyê xwe ve pîrozbahiyên xwe ragihandibûn û berdewamiya pêwendiyên bihêz ligel herêma Kurdistanê û hukimetê tekez kiribû.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment