Artêşa Tirkiyê operasyona duyemîn a li Xakurkê ragihand
Arteşa Tirkiyê li nava sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê li dijî PKKê dest bi operasyoneke duyem kir.

K24 – Navenda Nûçeyan
Arteşa Tirkiyê li nava sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê li dijî PKKê dest bi operasyoneke duyem kir.
Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê eşkere kir, hêzên wan di çarçoveya pilana operasyona Xakurkê de şeva bûrî demjimêr 22:00an li dijî bingehên PKKê dest bi operasyoneke duyem kirine.
Da zanîn jî, operasyonên wan çi esmanî û çi jî bejahî wekî hatiye pilankirin, dê berdewam be.
Arteşa Tirkiyeyê di 27ê Gulana bûrî de li Xakurkê li dijî PKKê dest bi operasyoneke bejahî kiribû, ji her du aliyan jî gelek kuştî û birîndar hene.
S. B