Kevintirîn wênegir li Amûdê çîroka xwe bi kamîreyê re vedibêje

Şemisedîn Elî Beg berî 60 salî li bajarê Amûdê yekem wênegir bû.

K24 – Qamişlo

Kevintirîn wênegir li bajarê Amûdê Şemisedîn Elî Beg tevî rewşa wî ya tenderustî ya xirap, lê hîn jî jiyana xwe li studyoyê bi alavên wênegiriyê re derbas dike. Şemisedîn Elî Beg berî 60 salî li bajarê Amûdê yekem wênegir bû. Niha rewşa wî ya tenderustî û temenî wî yê mezin ew dûrî wenegirîyê xistîye Şemisedîn Elî Beg ji Kurdistan24ê re behsa pîşe û çîroka xwe dike.