Piştevanê tawanbar ê êrîşa xwaringeha li Hewlêrê jî hate girtin

Kesê hatiye girtin, bi navê Muhammed Bisiksiz e û piştevanê Mezlûm Dag bû ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Dijeteror a Kurdistanê ragihand, ku Hêzên wan piştevan ê tawanbarê sereke yê êrîşa xwaringeha Hoqqabaz a li Hewlêrê Mezlûm Dag, girtin e.

Kesê hatiye girtin, bi navê Muhammed Bisiksiz e û piştevanê Mezlûm Dag bû ye.

Di daxûyaniya Hêzên Dijeterorê de hatiye: “Îro, 20ê Tîrmehê 2019an, piştevanê tawanbarê sereke yê êrîşa xwaringeha li Hewlêrê Mezlûm Dag hate girtin. Muhammed Bisiksiz, ê ku bi navên kod – Dijwar, Mamend û Yusif jî nasrav , ji alî Hêzên Asayişa Hewlêrê û Hêzên Dijeteror ên Kurdistanê ve hate girtin”.

 

 

C.B