Egera operasyona Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê zêde bûye
Hevdîtinên Tirkiyê û Emerîka ji bo avakirina devereke aram bê encam bidawî hatin, ku ev yek li gorî hin siyasetmedarên Kurd metirsiyên pêkanîna şerekî li ser bakûrê Sûriyê zêdetir dike. Lê hin jî dibînin, ku hebûna Emerîka di herêmê de, dê bibe rêgir li pêş her hewldanek Turkiyê, da êrîşê deverê bike.
K24- Qamişlo
Hevdîtinên Tirkiyê û Emerîka ji bo avakirina devereke aram bê encam bidawî hatin, ku ev yek li gorî hin siyasetmedarên Kurd metirsiyên pêkanîna şerekî li ser bakûrê Sûriyê zêdetir dike. Lê hin jî dibînin, ku hebûna Emerîka di herêmê de, dê bibe rêgir li pêş her hewldanek Turkiyê, da êrîşê deverê bike.
Piştî 3 rojan ji dan û sitandinan, wezareta derve ya Turkiyê ragihand ku civînên wan li gel rayedarên Emerîka der barê avakirina devera aram bê encam bidawî hatin, daxuyaniyek hin çavdêr dibînin ku derfeteke da hikûmeta Turkiyê gefên xwe cî becî bike, nemaze ku di dema dawiyê de hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê bakûrê Sûriyê zêde kirine.
Ji hêleke din ve hin siyasetmedarên Kurd dibînin tu pirsgirêk bi şer nayêne çareserkirin, lê belê dê kêşeyan zêdetir bike, û didin zanîn ku Emerîka li ser çareseriyeke aştiyane bi Turkiyê û rêveberiya xweser re kar dike.
Li gorî daxuyaniya wezareta derve ya Turkiyê şert û mercên Emerîka ji bo avakirina devera aram ji aliyê Turkiyê ve hatine red kirin, ku ji wan hêzên navdewletî dê li ser sînor bicî bibin.
Ji aliyê xwe ve hin syasetmedar dibînin ku di gel hebûna hêzên Emerîkî Turkiyê dê tu êrîşan li ser herêmên bakûrê Sûriyê neke, û didin zanîn ku tevî daxuyaniya wezareta derve ya Turkiyê ku tu rêkeftin çê nebûne lê ev yek nayê wê watê ku dan û sitandin dê bidawî bibin.
Li gorî rayedarên Turkiyê ewê li ser avakirina tu devereke aram erê nekin eger berjewendiyên Turkiyê neparêze, û ew jî ku hêzên Turkiyê bixwe di vê deverê de belav bibin, herwiha hêzên Sûriya demuqrat bêhtir ji 30KM dûrî sînor kevin, ev şert û merc jî li gorî berpirsên rêveberiya xweser binpêkirine ji pirojeya rêveberiyê û metirsiyên destwerdana Turkiyê di herêmê de zêdetir dikin.