Îran: % 29 ên tên bidarve kirin, Kurd in
Meha borî, 38 kes li Îranê hatine bidarve kirin û ligor amaran 11 ji wan Kurd bûn
K-24 Navenda Nûçeyan
Meha borî, 38 kes li Îranê hatine bidarve kirin û ligor amaran 11 ji wan Kurd bûn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di nûtirîn amara xwe de eşkere kiriye, meha borî 38 kes di zîndanên Îranê de, ji alî Dezgeha Dadweriyê ve hatine bidarve kirin.
Ligor amara tomarkirî ya Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan, meha borî 11 girtiyên Kurd, li rojhilata Kurdistanê, ku bi tometên cuda hatibûn girtin, li zîndanên rojhilat û Îranê hatine bidarve kirin, û ligor wê amarê, 29 ji sedî, ji kesên ku li Îranê tên bidarve kirin, Kurd in.
C.B