Serokê herêmê ligel Serokê keniseya Kildanî ya cîhanê civiya

Serokê herêma Kurdistanê û Serokê Kenîseya Kildanî li Iraq û cîhanê, tekezî liser giringiya pêkvejiyan û lêborînê li herêma Kurdistanê kirin

K-24 Navenda Nûçeyan

Serokê herêma Kurdistanê û Serokê Kenîseya Kildanî li Iraq û cîhanê, tekezî liser giringiya pêkvejiyan û lêborînê li herêma Kurdistanê kirin.

Patriyarkê Kardînal Luys Rafaêl Sako, Serokê Kenîseya Kildanî li Iraq û cîhanê pîrozbahî li destbikarbûn a Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Di civîna ligel Serokê herêma Kurdistan, Patriyarkê Kardînal Luys Rafaêl Sako û şand a pê re, ku ji Esqofyên kenîse û Nûnerên Ebreşyên Kildanên Iraq û cîhanê pêkhatibû, ronahî xistin ser rewşa Kildaniyan bi taybet û Kristyanan bi giştî, li Iraq û herêma Kurdistanê, navçe û cîhanê. Her di wê civînê de, Serokê herêma Kurdistanê û şand a Kenîseya Kildanî li Iraq û cîhanê, ku bi mebesta civîna xwe ya salan e li Hewlêrê ne, tekezî li giringiya pêkvejiyan û lêborîn li herêma Kurdistanê û Iraqê û dabînkirin û parastina mafên tevayiya pêkhateyên olî û neteweyî kirin.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment