Rûhanî: Di nav vê rewşê de naxwazim ligel Trump bicivim

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî diyarkir, heta dorpêçên liser Îranî nayên rakirin, dê ligel Amerikayê necivin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî diyarkir, heta dorpêçên liser Îranî nayên rakirin, dê ligel Amerikayê necivin.

Rûhanî di daxûyaniya xwe, ku di telewizyona fermî ya Îranê de hatî weşandin de, destnîşankir: “Waşington dive pêngava yekem bavêje. Guherîna erênî di pêwendiyan de di destê Amerka de ye. Divê dorpêçên nedadwer, neyasayî û nemirovane hemberê Îranê bên rakirin”.

Rûhanî herweha got, ku Îran ne alîgirê nakokiyan û aloziyan e. Li Rojhilata Navîn daxwaz a ewleyî û aramiyê dike û ligel hemû welatên deverê dixwaze xwedî pêwendiyên baş û dostane be.

 

 

C.B