Şand a ENKS ligel Wezareta Derve ya Almanya civiya

Şanda ENKSê ji Kurdistan24 re got, Almanya piştgîriyê dide mafên gelê Kurd li Sûriyê.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandek Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê li Berlîn a Paytexta Elmanya, ku ji aliyê Wezareta Derve ve hatibûn vexwendin, bi berpirsên Wezareta navborî re civiya û tê de çend mijarên girîng yên girêdayî  navçeya aram û paşeroja Kurdan li Suriyê gotûbêj kir.

Şanda ENKSê ji Kurdistan24 re got, Almanya piştgîriyê dide mafên gelê Kurd li Sûriyê.

Şandên ENKS di rojên dawî de ligel Wezaretên derve yên Rûsya û Amerika jî civiyabûn. Herweha ligel şand a Brîtanî hevdîtin pêkanîbûn.

Ligor zanyariyên Kurdistan24 seredanên şandên EKNS di nav hefteyê de, dê li çendîn paytext û navendên Ewrûpa bidomin û ligel berpirsên wan welatan bicivin.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment