Aliyên siyasî bo pêkanîna Encûmena Parêzgeha Helebce dicivin
Îro careke din aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Helebce ji bo pêkanîna Encûmena Parêzgehê dicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Îro careke din aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Helebce ji bo pêkanîna Encûmena Parêzgehê dicivin.
Peyamnêra K24ê li Helebce da zanîn, îro civîna aliyên siyasî bi amadebûna Parêzgarê Helebce ji bo lihevkirina li ser postên Encûmena Parêzgeha wî bajarî destpê kir.
Li gor zanyariyên peyamnêra me, di civîna hefteya bûrî de PDK û YNKê li postên rêvebirên giştî lihev kiribûn, lê li ser Rêveberiya Nahiya Xurmalê nakok mabûn û hîna ew xal yekalî nebûye, ji ber ku PDK daxwaza posta Serokatiya Encûmena Parêzgeha Helebceyê yan Rêvebirê Nahiya Xurmalê dike.
Encûmena Parêzgeha Helebce ku 5 salan pêk nehatiye, kursiyên wê bi vî awayî ne: YNK 6 kursî, Tevgera Goranê 5 kursî, Yekgirtûya Îslamî 4 kursî, PDK 4 kursî, Komela Îslamî 3 kursî, Sosyalist û Hiza Şîyoî û Kakaiyan jî her yek kursiyeke wan heye.
Helebce ji 5 salan ve bûye parêzgeh, lê heta niha Encûmena Parêzgehê ya wî bajarî nîn e, hefteya bûrî aliyên siyasî bi serperiştiya Nivîsgeha Parlemanê li Helebce civiyabûn û biryar bû navên kandîdan bo Wezareta Navxwe bên bilindkirin, lê PDK û YNKê hîna negihîştine rêkeftinê.
S. B