Li Efrînê teqîn.. Kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Efrînê di encama teqîna otomobîlek bombebarkirî de, 6 kes hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, otomobîleke bombekirî li nêzîkî meydana Kawa teqiya û di encamê de 6 kes hatin kuştin ku di nav wan de çekdarên ser bi Tirkiyê hene û 12 kesên din jî birîndar bûn, ku ji wan du kes zarok in.

Wî jêderî diyar kir, teqîn li nêzîkî bazara Hal a di nava Efrînê de rû da û baregeheke leşkerî ya grûpa Artêşa Îslam jê ve nêzîk e.

Heta niha nayê zanîn kesê hatiye kuştin, sivîl e yan çekdar e, lê hejmarek ji birîndaran sivîl in û zarok jî di nava wan de hene.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî tê çûye û her car teqîn rû didin û di encamê de jî welatiyên sivîl dibin qurbanî.