Serok Barzanî: Piştevaniya daxwaz û mafên rewa yên xwişk û brayên Êzdî dikim
Bi boneya Cejna Cema ya Kurdên Êzdî Serok Barzanî peyamek belav kir

K24 – Navenda Nûçeyan
Bi boneya Cejna Cema ya Kurdên Êzdî Serok Barzanî peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje, bi helkefta hatina Cejna Cema ya Êzdiyan pîrozbahiyê li xwişk û brayên Êzdiyên Kurdistan û hemû cîhanê dikim. Hêviya wê yekê dixwazim, ku xwişk û brayên me yên Êzdî, hemû cejn û xweşiyên xwe di keşêyek aram û pir bi bexteweriyê de derbas bikin. Dawî bi wan êş û azaran bê, ku di salên derbasbûyî de, bi sedema zulma terorîstan, hatibû ser Kurdên Êzdî.
Serok Barzanî dibêje, di vê boneyê de, ji bilî tekezkirina liser pabendbûna xwe ya bi hemû bingehên pêkvejiyana olî û neteweyî li Kurdistanê, bi pêwîst jî dizanim, carek din piştevaniya xwe ji bo daxwaz û mafên rewa yên xwişk û brayên Êzdiyan rabighînim, û hêviya jiyanek aştiyane û bexteweriyê ji bo we dixwazim.
C.B