Haco: Projeya Almanî bo avakirina herêma ewle baş e
Berpirsê Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco ragihand, xalên herdu rêkeftinên derbarê Rojavayê Kurdistanê de hatine kirin, rêkeftina Amerîkî – Tirkî û rêkeftina Rûsî – Tirkî ne gelekî zelal ne, bi taybet piştî vekişîna hêzên HSDê dê herêm çawa bê parastin û rêvebirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsê Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco ragihand, xalên herdu rêkeftinên derbarê Rojavayê Kurdistanê de hatine kirin, rêkeftina Amerîkî – Tirkî û rêkeftina Rûsî – Tirkî ne gelekî zelal in, bi taybet piştî vekişîna hêzên HSDê dê herêm çawa bê parastin û rêvebirin.
Berpirsê Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco beşdarî bernama “Rojev” a K24ê bû û li ser helwestên dawiyê yên Amerîka da zanîn, li Amerîka nakokî di navbera Serok Donald Trump û dezgehên din ên Amerîkî de diyar dibin. Stratejiyeke Trump li Rojhilata Navîn û bi taybet li Sûriyê xuya nake.
Li ser vekişîna hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, Haco got, Amerîka nikare bi temamî vekişe, bi kêmanî divê Amerîka çavdêriya rêkeftinên tên kirin bike û ji bo petrolê ye ku Amerîka rê nade ew bikin destê Îran, rêjîma Sûriye û teroristan de. Herwiha Amerîka dibîne ku dê şerê teroristan ji dahata petrolê bike. Mana Amerîka jî dê bandorê li ser pirsa Kurdî jî bike.
Haco li ser projeya Almanya ya avakirina herêmeke ewle ya navdewletî got, ew proje baş e, berî hatina Rûsyayê derfeta bichkirina wê hêsantir bû, lê piştî rêkeftina Rûsî - Tirkî hinekî zehmet e. Ji ber ku Rûsya dixwaze hemû xaka Sûriyê vegerîne bin kontrola rêjîma Sûriyê.
Haco amaje bi wê da, berî rêkeftina Rûsî – Tirkî Cenabê Serok Barzanî û ENKSê jî nameyek ji bo mafê Kurd li Sûriyê ji aliyê Rûsî re şand, di wê çarçovê de jî Serokê Rûsya Vladimir Putin tekez kir ku divê mafên Kurdan bêne parastin.
Ragihand, jî ew wek ENKSê li dijî proseya guhartina demokgrafî ya Tirkiye dixwaze li Rojavayê Kurdistanê bike ye.
Herwiha got jî: Ew çekdarên bi Tirkiyê re êrîşî Rojavayê Kurdistanê tevî ku Îtîlafa opozîsyona Sûriyê ji xwe re kirine lêvegerek, lê biryar û fermanan ji Tirkiyê werdigirin. ENKS jî her dem gotiye ku ew çete ne û nabe derbasî herêmêm Kurdî bibin û kiryarên xirap bikin.
Amaje bi wê jî da: Divê hemû hincetên şer bên rakirin û em rê nedin ku şerek li Rojavayê Kurdistanê çê bibe û gelê me rastî êş û azarê û koçberiyê bibe.
S. B