Kurdistanî daxwaza çespandina mafên Kurdan di destûra Sûriyê de dikin
Li Cenêvê îro yekem civîna Komîta Destûrê ya Sûriyê bi beşdariya 150 endamên komîtê birêve diçe. Revenda Kurdî li Ewropa jî li Cenêvê kom bûne û daxwaza çespandina mafên Kurdan di destûrê de dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Cenêvê îro yekem civîna Komîta Destûrê ya Sûriyê bi beşdariya 150 endamên komîtê birêve diçe. Revenda Kurdî li Ewropa jî li Cenêvê kom bûne û daxwaza çespandina mafên Kurdan di destûrê de dikin.
Peyamnêrê K24ê li pêş avahiya Netewên Yekgirtî li Cenêvê da zanîn, îro yekem gera danûstandinên Komîta Destûrê bi beşdariya herdu endamên ENKSê destpê kir.
Amaje bi wê jî kir, li Cenêvê hejmarek ji Kurdên li Ewropayê dimînin li pêş cihê civîna Komîta Destûrê kom bûne û piştevaniya xwe bo çespandina mafên Kurdan di destûra Sûriyê de nîşan didin.
Nûnerê ENKSê di nava Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de Îbrahîm Biro li Cenêvê ji K24ê re ragihand, îro yekem civîna Komîta Destûrê birêve diçe. Di civîna îro de Şanderê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen û endamên lîsta rêjîm û opozîsyona Sûriyê dê nerînên xwe bibêjin.
Amaje bi wê da, ji bo beşdariya rêjîma Sûriyê di Komîta Destûrê de, roleke girîng ya Rûsyayê hebû, heger Rûsya fişarên xwe li ser rêjîmê berdewam bike, karên komîtê jî dê hineke bi pêş ve biçe.
Lê danîna destûrê, ne çareseriya dawiyê ye bo çareserkirina krîza Sûriyê, bo çareseriya siyasî divê biryara navdewletî 2254 bi hemû xalên bê bicihkirin. Anku şer raweste, penaber vegerin, qonaxa veguhastina siyasî destpê bike û hilbijartinên giştî bên kirin.
Biro amaje bi kêmbûna hejmara endamên Kurd di nava Komîta Destûrê de kir û got, ligel kêmbûna rêjeya Kurdan di nava komîtê de, lê pêwendiyên bi aliyên navdewletî re hene û ew bi aktîv kar dikin ji bo çespandina mafên Kurdan di destûrê de.
S. B