Esed: Vegera me bo bakurê Sûriye, dê ne tenê ewlekarî û serbazî be

Serokê Sûriyê Beşar Esed ragehand, ku ew tenê ji bo pirsên ewlekarî û leşkerî venagerin deverên di jêr destê HSD de û dê tevahiya desthilata dewletê ser bi wan deveran ve bisepîn in

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sûriyê Beşar Esed ragehand, ku ew tenê ji bo pirsên ewlekarî û leşkerî venagerin deverên di jêr destê HSD de û dê tevahiya desthilata dewletê ser bi wan deveran ve bisepîn in.

Esed diyarkir:  

“Roleke Rûsyayê hebû, ji bo rêkeftina artêşa Sûriyê ligel grûbên Kurdî, ku nav li xwe dikin – HSD. Babet ne tenê ji bo derbasbûna artêşa Sûriyê ye, artêşa Sûriyê tenê ji bo karê ewlekarî û leşkerî derbas nabe. Derbasbûna artêşa tê wateya derbasbûna dewletê ji bo wan deveran û dê bi hemû xizmetguzariyan derbas bibe.

Ev rêkeftin hatine kirin û em gihan piraniya deveran, lê hin astengî hene. Niha em li ser vê yekê kar dikin, jiber ku pêwendiyên me yên rasterast beriya niha jî ligel  wan grûban hebû, û dê her di dawiyê de dewleta Sûriyê destê xwe deyne ser wan deveran”.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment