Hadî Amrî: Pêwîst e guhertin di Destûrê de bên kirin, sistema Parlementerî şkestin aniye!
Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amrî radighîne, pêwîst e guhertinên bingehîn di Destûrê de bên kirin û daxwaz dike, sîstema siyasî jî bê guhertin, jiber ku sîstema Parlamenterî şkestin anî ye!

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amrî radighîne, pêwîst e guhertinên bingehîn di Destûrê de bên kirin û daxwaz dike, sîstema siyasî jî bê guhertin, jiber ku sîstema Parlamenterî şkestin anî ye.
Amrî di daxwiyaniyekê de dibêje, ew rêzê li destpêşxeriyan digre, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bicîhkirina daxwaziyên rewa yên xwepêşanderan hatine pêşkêş kirin, lê çareya rasteqîn e, di rêya guhertinên bingehîn a di rêya Destûr û guhertina sîstema siyasî ye. Ji ber ku bi gotina wî, sîstema parlamentoyê şkestin aniye û pêwîst e sîstemek guncayî ji bo rewşa Iraqê bê danîn.
Amrî, ne tenê behsa guhertina sîstema parlamentoyî dike, lê derbarê civatên parêzgehan jî, pêşniyar heye, ku dibêje, civatên parêzgehan û parêzgaran li Iraqê şkestin anîne û pêwîst e ew civat bên hilweşandin, û parêzgar rasterast ji aliyê xelkê ve bên hilbijartin.
C.B