Mesrûr Barzanî: Em Amerîka bi dost û hevpeymana xwe dizanin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Kongressmanê Amerîkî Adam Smith di konferanseke rojnamevanî de tekezî li ser hevahengî û berdewamiya piştevaniya Amerîka ji Kurd re kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Kongressmanê Amerîkî Adam Smith di konferanseke rojnamevanî de tekezî li ser hevahengî û berdewamiya piştevaniya Amerîka ji Kurd re kirin.
Di konferansa rojnamevanî de, Adam Smith ragihand, “Derbarê vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, em piştevaniyê li siyaseta Serok Trump nakin û li Kongressê jî me dijayetiya wê biryarê kir. Amerîka herdem piştevanî li Kurd kiriye û ez dixwazin bi ronî bibêjim, îdareya Trump eger e poşman bibe. Em dixwazin wê baweriya ku berê me jidest daye, vegerînin”.
Kongressmanê Amerîkî got: “Dixwazim bi ronî bibêjin, Serok Trump gelek şaş e dema dibêje ku tenê armanca me kêlgehên petrolê ye. Nerîna me ew e, girîng e kêlgehên petrolê nekevin destê DAIŞê. Ev petrol û navçe, ne yên me ne û divê Serok Trump têbigihe wê yekê. Em ne ji bo petrol li wir in, em dixwazin pêwendiyên me bi wê navçeyê re baş be”.
Got jî: “Xala sereke ya me ew e, bi HSDê re berdewam bin û bi hev re kar dikin, ji bo piştrast bibin ku DAIŞ careke din serê xwe hilnade. Tirkiyê fişar kiriye û dewleta Esed jî vegeriyaye wê navçeyê, lê em hewl didin Sûriyayeke nû bê damezrandin, ku rola Kurd tê de bihêz be”.
Herwiha got: “Me kenalên pêwendiyê bikar anîne, ji bo ku pêwendiyên me bi Rûsya û Tirkiyê re hebin û dizanin ku pêwendiyan wan jî bi hev re hene, ji ber wê divê em nîgeran bin”.
Di wê çarçovê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, “Em Amerîka bi dost û hevpeymana xwe dizanin. Wan bi berdewamî piştevanî di şerê li dijî DAIŞê de li me kiriye û niha jî dizanin ku teror hîna metirsiyeke cidî li Iraq û li hemû cîhanê ye”.
Got jî: “Me behsa wê yekê kir, ku çawa di dijayetiya terorê de bi hev re hevkar bin. Herwiha çendî em ji rewşa navçeyê nîgeran in, ew jî bi me re hevnerîn bûn û wan ji me re got, wek hevpeymana em di piştevanîkirina Herêma Kurdistanê de berdewam dibin.”
S. B