Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li daxuyaniya Encûmena Asayîşê dike

Mesrûr Barzanî ji hemû aliyên Iraqî daxwaz kir ku di pêkanîna hikûmeteke giştgîr de lez bikin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; pêşwazî li daxuyaniya îro ya Encûmena Asayîşê dike. Herwiha ji hemû aliyên Iraqî daxwaz kir ku di pêkanîna hikûmeteke giştgîr de lez bikin, ku şiyana wê ya avakirina siberojeke baş ji bo gelên Iraqê hebe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez pêşwazî li daxuyaniya îro ya Encûmena Asayîşê dikim li ser hilbijartinên Parlamentoya Iraqê.”

Mesrûr Barzanî tekez kir: “Alîkariyên teknîkî yên Neteweyên Yekbûyî li Iraqê û tîmên çavdêriyê yên navdewletî û Yekîtiya Ewropayê û yên din, alîkar bû ji bo serkeftina proseya hilbijartinan.”

Herwiha destnîşan kir: “Ez ji hemû aliyan daxwaz dikim ku bi lez hikûmeteke giştgîr pêk bînin, ku şiyana wê ya avakirina siberojeke baş ji bo gelên Iraqê hebe.”