Bijîşkeke Ukraynî jin û zarokên Kobanî derman dike

Bizîşka Ukraynî Elîna Şahîn ji heyama 3 mehan ve hatiya bajarê Kobanê û navendeka bizîşkî vekiriye û pêşwazî li nexweşan dike.

K24 – Kobanî

Bizîşka Ukraynî Elîna Şahîn ji heyama 3 mehan ve hatiya bajarê Kobanê û navendeka bizîşkî vekiriye û pêşwazî li nexweşan dike.Elîna Şahîn dibêje, tevî rewşa şer, lê ew ji hatina xwe nepoşman e û dawaz dike ev êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê bidawî were.

Tevî berdewamiya êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û kiryarên grûpên çekdar ên bi ser ve, lê Bizîşka Ukraynî Elîna Şahîn biryar daye li Kobanî bicîbibe û alîkariya xelkê vî bajarî bike.Elîna ji berî sê mehan ve hat Kobanê û navanda xwe ya Bizîşkî vekir û pêşwazî li nexweşan dike û xizmetên tenduristiyê pêşkêş dike.

Diktor Elîna Şahîn ji K24ê re got: “Berê hevjînê min behsa kêmbûna bijîşkan li bajarê Kobanî û pêwîstiyên zarokan bi bijîşkan kiribû. Min ew pêşniyaz wergirt û hatim Kobanî û ji hatina xwe ne poşman im. Bûyerên berî du mehan ji min re gelekî biêş û metirsîdar bûn. Wek her welatiyekî li vê derê, ez bi dil û can bi wan re me û lavayan dikim ku ev stem û zordarî bidawî bibin. Ezê zêdetir li vir bimînin, ji ber ku hez ji vir biçim.”

Elîna mîna her kesekî biyanî ku Rojavayê Kurdistanê û Kurd nas kiriye, pîştgiriya xwe ji bo doz û mafê gelê Kurd diyar dike û dibêje, Kurd meletekî welarperwer e û dive cîhan bi tevahî li pêş wan kiryarên ku bi serê wan ji aliyê Tirkiyê ve tên rawistînin û kar were kirin ta ku çareseriyak ji bo pirsa Kurdan were dîtin û berjewendiyên wan bê parastin.

Diktor Elîna Şahîn dibêje: “Ji bo piştevaniya Kurdan, ez hez dikim bibêjim, xelkê vê derê amade ne xwîna xwe ji bo azadî, rizgariya nifşên dahatî û welatê xwe bidin. Loma welatên derdorê. Welatên derdorê piştevaniya wan nakin û pirsgirêkan ji wan re çê dikin. Mafên Kurd hene, pêwîst e hevpeymanên rast bibînin, ji bo çareserkirina pirsa Kurd û hevxemê wan bin û piştevaniyê li berjewendiyên wan bikin. Ez piştrast im ev xwîna hatiye rijandin bê sûde naçe û Ukrayna jî dê li pişta wan be.”

Elîne ku demek kurt li Başûrê Kurdistanê maye, hêvî dike ku li Suriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê şer rawiste, rewş û jiyana xelkê wê mîna rewşa Başûrê Kurdistanê bibe, ku aramî û avedanî lê çê bibe û aboriya xelkê wê pêş bibe.