Zarokeke Kobanî di dukana perçeyên otombîlan de kar dike
Roya Obêd keçek 13 salî ye û ji heyama 5 salan ve di dukana bavê xwe ya parçeyên otombîlan de kar dike.
K24 – Kobanê
Roya Obêd keçek 13 salî ye û ji heyama 5 salan ve di dukana bavê xwe ya parçeyên otombîlan de kar dike, dema bavê wê diçe dervayî Kobanê, ew bi tenê xwe dukanê birêve dibe, ji bilî vê yekê jî ew di xwendina xwe de serkaftî ye, her wihe di dukanê de xwe fêrî tenbûr û stranan jî dibe.
Berî 5 salan û pişî rizgarkirina bajarê Kobanê, Roya 13 salî xwe di dûkane bavê xwe yê firotina parçeyên otombêlan de dibîne û rojane bi bavê xwe re tê kar û niha gihîştiye wê astê ku edî bi tenê xwe dukanê birêve dibe.Ew sibehiyê berî ku biçe dibistanê ji ber bavê xwe ve dukanê vedike û piştî ku ji dibistanê jî vedigere, roja xwe lê berdewam dike.
Roya mîna har şagirtekî serkaftî, haje xwendina û erkên xwe yên perwerdê heye û xewn û xeyalên wê yên paşerojê jî hene. Ew di dukanê de hem xwendina xwe dike hem jî hewl dide xwe fêrî tenbûrê û stiranan jî bike.
Tevî ev yek jî dikeve warê karkirina zarokan, lê Roya dibêje karê di firotana parceyên otombîlan de ji bo wê hezkirin e û tu kêmasiyê di jiyana xwe ya zarokatiyê an jî di xwendina xwe de nabîne.
Roya yekemîn zarokeka keç e li bajarê Kobanê vî karî bike, ku hemû parçeyên otombîlan nas dike û ji hevdu der dixe, û bi tena xwe dikare firotanê bike. Roya di nava bazara parceyên otombîlan hosteyên çakirina otombîlan de êdî navdar bûye.