300 malbatên çekdarên bi ser Tirkiye ve, li Serêkaniyê hatine bicih kirin

Grûpên çekdar ser bi Tirkiyê ve, zêdetir ji 300 çekdarên ser bi Tirkiyê ve digel malbatên wan, li Serêkaniyê bicih kir

K24 – navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ser bi Tirkiyê ve, zêdetir ji 300 çekdarên ser bi Tirkiyê ve digel malbatên wan, li Serêkaniyê bicih kir

Ajansa SANA ya fermî ya Hikumeta Sûriyê ragihand, artêşa Tirkiyê û grupên biser ve,   zêdetir ji 300 çekdarên, ku Tirkiye piştevaniya wan dike digel jin û zarokên wan, veguhestine Serêkaniyê û li malên xelkê, yên ku ji bajarê xwe, jiber rewşa şer reviyabûn bicih kirin. Ligor hatiye belavkirin, Tirkiye bi projeya bicihkirina koçberan, li rojavayê Kurdistanê dixwaze demografiya wê navçeyê biguhere..

Ajansa SANA amaje jî kir, grûpên ser bi Tirkiyê ve, navçeya Zerganê bi top û çekên giran kiriye armanc. Artêşa Sûriyê jî bersiva wan êrîşan da û cihê, ku top jê dihatin avêtin topbarankir.

Guherandina demografiya deverê yek ji metirsiyên sereke yên xelkê rojavayê Kurdistanê ye. Herweha rêxistinên navdewletî jî, vê metirsiyê tînin ziman, lê proseya guherandina demografiyê liser erdê tê bicih kirin.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment