ENKS pêşwazî li daxuyaniya Rêveberiya Xweser kir

ENKS radighîne, daxuyaniya Desteya Navxweyî ya Rêveberiya Xweser, heger were cîbicîkirin, gavek erênî ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji PYDê dike, ji bo yekrêziya navmala Kurdî, bilez pêngavên avakirina baweriyê ENKSê re bigire ber.

ENKS îro di daxuyaniyekê de ragihand, ENKSê roja 27ê vê mehê civiya û di civînê de pêşhatên dawî yên li Sûriyê bi giştî û li Rojavayê Kurdistanê guftûgo kirin.

ENKS tekezî li ser rola hêzên navdewletî yên bi pirsa Sûriyê pêwendîdar in kir, ku bi erk û berpirsatiyên xwe rabin û li gor biryarên navdewletî çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê û bidawîkirina êş û azarên gelê Sûrî bi hemû pêkhateyên wê yên netewî û olî re bibînin.

Derbarê yekrêziya helwesta Kurd li Rojavayê Kurdistanê de, ENKSê daxuyaniya Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser a derbarê destpêşxeriya HSDê bo avakirina baweriyê di navbera aliyên siyasî de bi erênî nirxand û daxwaz ji PYDê kir, bilez pêgavan bo avakirina baweriyê bavêje û bi awayek yekxistî û ne dabeşkirî wê daxuyaniyê bicih bike, nexasim berdana girtiyên ENKSê.

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser berî çend rojan di daxuyaniyekê de ragihandibû, li ser destpêşxeriya HSDê ragihandiye û ji bo yekgirtina helwesta Kurdî li Sûriyê, ti astengî li pêş ENKSê nîne nivîsgehên xwe veke. Herwiha hemû giliyên li pêş dadgehan li dijî kesayetî û serkirdeyên ENKSê yên li derveyî Rojavayê Kurdistanê ne hatine vekirin pûç kirine.

Derbarê dosya girtiyên siyasî û kesên hatine windakirin de jî, Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser ragihand, ENKS lîsteyek bi 10 navan radestî HSDê kiriye, Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser jî di vê derbarê de komîtek bo şopandin û lêkolînê pêk aniye û dê hemû encaman bi ENKSê re parve bike.

Herwiha ENKSê di daxuyaniya xwe jî, guhartina demografiya Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî ji aliyê mîlîşyayên ser bi Tirkiyê ve şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir, helwestên yekalîker di vê derbarê de bigire ber û kar ji bo vegerandina ewle ya derbideran li ser mal û milkên xwe bike, herwiha hemû grûpên çekdar ji wan navçeyan derbixe û wan navçeyan radestî xelkê wê yê resen bike.   

 

S. B

Fly Erbil Advertisment