Yunanistan dixwaze beşdarî bernameya F35an bibe
Serokwezîrê Yunanistanê Kiryakos Miçotakîs li Koşka Spî ji Serokê Amerikayê Donald Trump re ragihand, Yunanistan xwazyar e, di bernameya firokeyên F35an de cîh bigre

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Yunanistanê Kiryakos Miçotakîs li Koşka Spî ji Serokê Amerikayê Donald Trump re ragihand, Yunanistan xwazyar e, di bernameya firokeyên F35an de cîh bigre.
Miçotakîs di dema seredana xwe ya ji bo Waşingtonê de, di Kongreya Rojnamevanî ya hevbeş de ligel Serokê Amerikayê Trump anî ziman, ku Yunanistan piştî qedandina bernameya F16an, di salên 2023-2024 de, dixwaze beşdarî di bernameya firokeyên F35 de cîh bigre.
Ligor pisporan, ev hewla Yunanistanê piştî derxistina Tirkiye ji bernameya F35an tê û dikare ji alî Amerika ve bi erênî were pêşwazê kirin, ku alternatifek baş ji derveyî Tirkiye ye.
Di hevdîtina ligel Trump de, herweha Serokwezîrê Yunanstanê diyarkir, ku Yunanistan di bernameya xwe ya aborî de baş biser ketiye.
C.B