Rûhanî: Ger Amerika şaştiyek din bike, bersivek tundtir werdigre
Serokomarê Îranê radighîne, ger Amerîka şaştiyek din li hember Îranê bike, dê bersivek tundtir werbigre

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Îranê radighîne, ger Amerîka şaştiyek din li hember Îranê bike, dê bersivek tundtir werbigre.
Cîgirê Rêvebirê Nivîsîngeha Serokomarê Îranê ragihand, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, di pêwendiyek telefonî de digel Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson gotiye, ger Amerîka şaştiyek din li hember Îranê bike, dê bersivek tundtir werbigre, û tekez kiriye, ku ger hewl û têkoşîna Qasim Suleymanî nebûya, Brîtanya nedikarî asayişa London biparêz e.
Ji aliyê xwe ve, hevrikî û gefên berdewam ên Îran û Amerîkayê liser Iraqê, xelkê bajarê Besre dilgiran kirin e, ku welatê wan bû ye qada şerê wan du welatan. Bo redkirina şerê Îran û Amerîkayê li Iraqê, bi sedan xwendekaran li Besre xwepêşandanek lidar xistin û daxwaz kirin, êrîş û destwerdanên wan du welatan, bidawî werin.
C.B