Amerika: Amade ne, bêmerc ligel Îranê danûstandinan bikin
Balyoza Amerîkayê li Neteweyên Yekgirtî amadeyiya Waşingtonê ji bo destpêkirina danûstandinan digel Îranê bêmerc nîşan da

K24 – Navenda Nûçeyan
Amerîka di nameyekê de ji bo Neteweyên Yekgirtî ragihandiye, kuştina Qasim Suleymanî ji bo bergirîkirinê ji xwe bû û amade ye, danûstandinên bêmerc digel Îranê destpê bike.
Balyoza Amerîkayê li Neteweyên Yekgirtî Kelly Craft, nameyek derbarê kuştina Qasim Suleymanî arasteyi Neteweyên Yekgirtî kir û tê de tekez kir, kuştina Fermandarê Feyleqa Qudis ligor maddeya 51 ji peymana Neteweyên Yekgirtî ji bo bergiriyê li xwe kirinê bû.
Kelly Craft daxwaz kir, ku berjewendî û Hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn parastî bin. Herweha ji bo rêgirtin li pêş berferehbûna aloziyan jî, Balyoza Amerîkayê li Neteweyên Yekgirtî amadeyiya Waşingtonê ji bo destpêkirina danûstandinan digel Îranê bêmerc nîşan da.
C.B