ENKS liser binpêkirinan, ligel Itilafê komiteyek pêktîn e

ENKS û Îtîlafa Sûriyê bi armanca lêkolînan, liser binpêkirinên li Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî rû didin, komîteyekê pêktîn in

K24 – Navenda Nûçeyan

ENKS û Îtîlafa Sûriyê bi armanca  lêkolînan, liser binpêkirinên li Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî rû didin, komîteyekê pêktîn in.

Nûnerê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê di nava Îtîlafa Niştîmaniya Sûriyê Ebdula Gedo ji Kurdistan 24 re eşkere kir, ku ENKS û Îtîlafa Sûriyê liser çend xalan rêkeftin e. Ji wan jî,  ji bo lêkolînan derbarê binpêkirinên ku li  Efrîn, Serêkaniyê û Girêsipî  ji aliyê grûpên çekdar tên kirin, dê komîteyek ji her dû aliyan pêk were.

Gedo da zanîn jî, ku her dû alî, ji bo vegera koçberan liser mal  milkên xwe û neman a hebûna serbazî di nava wan bajaran de biryar dan e, danûstandinên xwe berdewam bikin.

 Wî nûnerê Kurd got jî, ku Îtîlafê tekezî liser pabendbûna xwe bi rêkeftina berê ligel ENKS ,herwiha parastina mafên gelê Kurd li Sûriyê kiriye.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment