Altaç: Tu pirsgîrêk bê-çareserî nîn e
Aydin Altaç di bernameya Rojev a K24 de anî ziman, ku alozî û pirsgirêkên herêmê yên tevayiya welatên herêmê ne...

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê şaxa Diyarbekrê û damezrênerê Partiya Paşerojê (Gelecek Partisi) Aydin Altaç destnîşankir, ku baştirîn çareserî ji krîzên herêmê re, pêwendiya baş di navbeyna gelên herêmê de ye.
Aydin Altaç di bernameya Rojev a K24 de anî ziman, ku alozî û pirsgirêkên herêmê yên tevayiya welatên herêmê ne. Liser Pirsa Kurd, ku wekî bîngeha hemû pirsgîrêkna li Tirkiye tê destnîşan kirin Altaç diyarkir, ku: “Pirsgîrêka Kurd bi sekna îro ya siyasî nayê çareserkirin. Pirs dikare bi rêya siyasetê, bi rêya demokrasiyê, bi nasandina mafên gelê Kurd bikeve rêya çareseriyê de. Partiya Paşerojê, dê seknek modern, mafnas bigre ber, ji bo ev pirs ji rêya aloziyê derkeve. Di bernameya Partiya Paşerojê de heye – zimanê Kurdî, divê bibe zimanê perwerdeyî, zimanê xwendinê. Çend Kurd bibin xwedî maf, ewqas dê ligel Tirkiye dinav aştiyê û ewleyiyê de bin. Herweha dê Kurdên li herêma Kurdistanê û aliyên din jî, bi seknek erênî dê nêzîkahiya Tirkiye bikin. Ev yek ji bo Tirkiye sûdek mezin e. Divê em qebûl bikin, ku li Tirkiye îro di nasandina mafan de, di proseya demokrasiyê de pirsgîrêk hene û dive em vê yekê çareser bikin. Çareserî ne di şer, çek û aloziyê de yeû bi vê rêyê serneketiye. Ya baş – zêdetir demokrasî, mafnasîn e”.
Liser pêwendiya Tirkiye ligel herêma Kurdistanê Altaç destnîşan kir, ku: “Di dema Serokwezîriya Ahmet Davudoglu de, pêwendiyek gelek baş di navbeyna herêma Kurdistanê û Tirkiye de hebû. Bihêzbûn a pênaseya herêma Kurdistanê di berjewendiya hemû aliyan de ye, di berjewedniya Tirkiye de ye jî. Partiya Paşerojê di wê baweriyê de ye, ligel Serok Barzanî, ligel hukimeta herêma Kurdistanê di pêwendiyek bihêz de be”.