Cîhangirî: hejarî û gendelî li Îranê gihiştiye ast a herî bilind
Cîgirê Serokomarê Ishak Cîhangirî diyar dike, ku gendelî û hejarî li Komara Islamî ya Îranê gihiştiye ast a herî bilind

K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokomarê Ishak Cîhangirî diyar dike, ku gendelî û hejarî li Komara Islamî ya Îranê gihiştiye ast a herî bilind.
Cîhangirî rexne li dezgehên kontrolkirinê kir, ku dive li hemberî gendeliyê xebatek çalak birêve bibin. Herweha medya rola xwe bilîze û gendelkaran eşkere bike û proseya gendeliyê bişopîn e.
Ligor Cîgirê Serokomarê Îranê, Komara Islamî piştî Şoreşa 1979an dem a xwe ya herî zehmet derbas dike. Herêm û Îran b xwe ji pêvajoyek aloz û zehmet de ne. Ji bo vê yekê jî, divê kêmasiyên hene bên zelalkirin û çareser kirin.
Heman demê endamê komîteya pêwendiyên derve û ewleyiya neteweyî ya Parlementoya Îranê Hacer Chenaranî ji Dezgeha Nûçeyî ya Islah re diyar kir, ku ji sedî 40 xelkê Îranê di rewşa hejariyê de ye.
C.B