Serokwezîr amaje bi giringiya Hêzên Hevpeymanan kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna ligel Matthew Tueller balyozê Amerîka li Îraqê dawîn pêşhatên Îraq û navçeyê gotûbêjkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Balyozê Amerîka li Îraqê civiya.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna ligel Matthew Tueller balyozê Amerîka li Îraqê dawîn pêşhatên Îraq û navçeyê gotûbêjkirin. Herwiha tekezî li giringiya  aramî û rewşa Îraqê  û hatina hikûmetek, ku çaksaziyê encam bide û di asta daxwaza xelkê de be, û nûnerê hemû pêkhateyên netewî û olî be li Îraqê û pêwendiyên baş ligel Herêma kurdistanê hebin.

Herwiha liser binemaya berjewendiyên hevbeş pêwendiyên hevseng ligel welatên cîran û civaka navdewletî hebin.

Di beşekî din ê civînê de amaje bi giringiya berdewamiya piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî hate kirin, ji bo Pêşmerge û artêşa Îraqê di çarçoveya rûbirûbûna gefên DAIŞê.

 

 

 

C.B