Wezareta derve ya Rûsya bersiva Erdogan da
Serokê ofîsa metirsiyên nû û gefan a Wezareta derve ya Rûsyayê Vladimir Tarabrin destnîşan kir, ku “Armanca Operasyonên Sûriye û Rûsya li Idlibê terorist in, ne sivîl”
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê ofîsa metirsiyên nû û gefan a Wezareta derve ya Rûsyayê Vladimir Tarabrin destnîşan kir, ku “Armanca Operasyonên Sûriye û Rûsya li Idlibê terorist in, ne sivîl”.
Tarabrin ji Sputnik re diyarkir, ku:“Gelek caran me gotiye, Rûsya û Sûriye di Operasyonên xwe yên li Idlibê de ne sivîlan, lê terorîstan dike armanc. Hemû pêngavên me li dijî terorîstan û piştgirên wan in, ku li dijî hukimeta rewa ya Sûriye çek hilgirtine”.
Ev daxuyaniya Vladimir Tarabrin, piştî axaftina Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan li Parlementoya Tirkiye hat, ku anîbû ziman: “Rejîm û Rûsya di êrîşên xwe hemberî Idlibê de sivîlan dikin armanc”.
C.B