Rûsya: Tirkiyê ji alozkirina rewşa Idlibê berpirsiyar e

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di kongreyek rojnamevanî de ragehand, ku sedema alozbûna rewşa niha li Idlibê nepabendbûna Tirkiyê bi bendên rêkeftina Soçî ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya radigîne,Tirkiyê ji alozkirina rewşa bakurê rojavayê Sûriyê berpirsyar e û ew pabendî rêkeftina Soçî nebûye

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê  Mariya Zaxarova  di kongreyek rojnamevanî de ragehand, ku sedema alozbûna rewşa niha li Idlibê nepabendbûna Tirkiyê  bi  bendên rêkeftina Soçî ye û Enqere çekdarên tûndrew veguhestine wê deverê.

Zaxarova got,  ku Rûsya bi rêkeftina Astana û Soçî pabend e û rijd e liser  berdewamiya karên hevbeş..

 

 

C.B