7 çekdarên dijberîya Sûriyê ji alîyê HSDyê ve hatin kuştin

Li gundewarê Reqayê 7 çekdarên dijberîya Sûriyê ji alîyê Hêzên Suriya Demokrat (HSD) hatin kuştin.

K24- Hewlêr

Li gundewarê Reqayê 7 çekdarên dijberîya Sûriyê ji alîyê Hêzên Suriya Demokrat (HSD) hatin kuştin.

Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov balev kirîye, hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ve hêrişî saylo ya Şirkiral li derdora reqayê kirin û di encam de 7 çekdarên diberîya Sûriyê hatin kuştin û dû çekdarên di jî ji wan bi dîl hatin girtin.

Li gor Riwangehê şerê çekdarên dijberîya Sûriyê û HSDyê li gundewarê Helebê jî berdewam dike. ketîbeyên tophavêjên Tirkiyê gundên Meinaz, Malikîyê û Şewarxa li Şerana Efrênê jî topabran kirin. Herweha hejmarek ji gundên jêr desthelata HSDyê li gundewarê Helebê jê bûne armanca tophavêjên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên dûvelankên wê.

Duhî jî,  ji encama şerê di navbera HSDyê û komên çekdar de li derdorê Til Temir û Helebê bêtir ji 10 çekdarên dijberîyê hatibûn kuştin.