Dan Brouillette: Serkirdayetiyek serkeftî ya Kurdistanê heye

Wezîrê Enerjiyê yê Amerikayê Dan Brouillette destnîşankir, ku herêma Kurdistanê xwedî serkirdayetiyek serkeftî ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Enerjiyê yê Amerikayê Dan Brouillette destnîşankir, ku herêma Kurdistanê xwedî serkirdayetiyek serkeftî ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di çarçoveya Konferansa Ewleyiyê ya 56em a Munchenê de ligel Wezîrê Enerjiyê yê Amerikayê Dan Brouillette civiya.

Berî civînê Dan Brouillette ji rojnamevanan re diyarkir, ku: “Em dê liser çîrokek matmayinê biaxifin. Em dê liser çîroka serkeftina Kurdan biaxifin. Herêma Kurdistanê ji Libya zêdetir petrol heye. Serkirdayetiyek serkeftî heye. Hêvîdar im pêwendiyên me xurttir bibin”.

Serokwezîr mesrûr Barzanî ji, anî ziman, ku: “Ligel Wezîrê Enerjiyê Dan Brouillette her di pêwendiyê de me. Dilxweş im, ku îro em dicivin. Hêvîdar im di mijara enerjiyê de hevkariya me berferehtir bibe”.

Di şanda Serokwezîrê herêma Kurdistanê de, herweha Wezîrê herêmên Kurdistanî yên derveyî Îdareya herêma Kurdistanê Xalid Şivanî û Cîgirê Seroka Parlementoya Kurdistanê Hemîn Hewramî jî hene.

 

 

C.B