Wezîrê Derve yê Amerîka spasiya Mesrûr Barzanî dike

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dike.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di twittekê de spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir, ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend bûn bi parastina dezgeh û welatiyên wan yên li Herêma Kurdistanê.

Di twitta xwe de Pompeo tekez kir, wî bi Mesrûr Barzanî re li ser pêwîstiya hevahengiya berdewam û jihevnêzîkbûnê lihev kiriye.

Di roja yeke ya Konferansa Asayişê ya Munchenê de, duhî 14ê Sibatê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo civiyabûn.

Di civînê de, dawî pêşhatên Iraq û navçeyê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka bi taybet di warê aborî û hevahengiya zêdetir bo rûbirûbûna terorê hatin guftûgokirin.

 

S. B