Hejmara zarokên çekdarên biyanî yên DAIŞê li Iraqê aşkere dibe
Komisyara Mafên Zarokan li Rûsya aşkere dike, zêdetir ji 500 zarokên çekdarên DAIŞê yên biyanî li Iraqê ne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Komisyara Mafên Zarokan li Rûsya aşkere dike, zêdetir ji 500 zarokên çekdarên DAIŞê yên biyanî li Iraqê ne.
Komisyara Mafên Zarokan li Rûsya Anna Kuznetsova ragihand, zêdetir ji 500 zarokên çekdarên biyanî yên DAIŞê di zîndanên Iraqê de ne û bi hezaran jî li kampên li Sûriyê ne.
Ev di demekê de ye, berî du rojan Anna Kuznetsova diyar kiribû, wan di sala bûrî de 156 zarokên DAIŞê ji Iraq û Sûriyê vegerandine Rûsyayê.
Pêştir jî çendîn caran Rêveberiya Xweser ragihandibû, bi hezaran jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên xwedî regeznameyên biyanî li cem wan hene û ew jê re barekî giran e û daxwaz ji welatan kiribû, endamên xwe yên DAIŞê werbigirin.
S. B