Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Kuwêtê re civiya
Serokwezîrê Herêma Mesrûr Barzanî li perawîza Konferansa Asayişê li Munchenê ligel Serokwezîrê Dewleta Kuwêtê Şêx Sebah Hemed El Sebah civiya.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Mesrûr Barzanî li perawîza Konferansa Asayişê li Munchenê ligel Serokwezîrê Dewleta Kuwêtê Şêx Sebah Hemed El Sebah civiya.
Di hevdîtinê de, rewşa Iraq û navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Kuwêtê hatin guftûgokirin. Serokwezîrê Kuwêtê amadehiya welatê xwe bo geşepêdana zêdetir a pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re bi taybet di warê barzirganî de derbirî.
Serokwezîrê Kuwêtê amaje bi wê da, roleke girîng a Herêma Kurdistanê li navçeyê heye û derfeta baş a webirhênanê jî li Herêmê heye û ew girîngîpêdana bi bazirganiya bi Herêma Kurdistanê re bi girîngî dizanin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya dewleta Kuwêtê kir, bo girîngîpêdana bi pêwendiya bi Herêma Kurdistanê re û got, zemîneke libar ji bo webirhênanê heye û hemû asankariyên pêwîst ji bo webirhênerên navxweyî û derveyî dikin.
S. B