Mesrûr Barzanî pêşwaziyê li şandeke Parlemana Almanî dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Parlemana Almanyayê kir, ku ji parlemanter ji Partiya Sosyal Demokratîk a Almanî Nils Schmid û Carsten Schneider pêk hatibû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Parlemana Almanyayê kir, ku parlemanterên ji Partiya Sosyal Demokratîk a Almanî Nils Schmid û Carsten Schneider di nav de bûn.
Di civînê de, parlemanterên Alman amaje bi rola girîng a Herêma Kurdistanê da, wek faktereke aramiyê li Iraq û navçeyê. Tekez jî li girîngiya berdewambûna hevkarî û rahênan hêza Pêşmerge di rûbirûbûn DAIŞê de kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya hevkariya Almanya bo Herêma Kurdistanê kir, bi taybet di firhkirina aborî û jêderên dahatê û girîngîpêdana zêdetir bi webirhênanê li gor pêwîstiyên Herêma Kurdistanê.
S. B