Mesrûr Barzanî û şandeke Kongressa Amerîka civiyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Munchenê ligel şandeke mezin a Kongressa Amerîka bi serokatiya senator Lindsey Graham civiya.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Munchenê ligel şandeke mezin a Kongressa Amerîka bi serokatiya senator Lindsey Graham civiya.
Di civînê de rewşa Iraq û navçeyê hatin guftûgokirin û şanda Kongressê piştevaniya xwe ji Herêma Kurdistanê re tekez kir û amaje bi wê da, ku Herêma Kurdistanê hevpeymaniyeke girîng a Amerîka li navçeyê ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya piştevaniya Amerîka kir û got, Herêma Kurdistanê wek faktereke girîng a cîgirbûna aştî û ewlehiyê li navçeyê berdewam dibe.
S. B