Mesrûr Barzanî û wezîrê derve yê Firansayê civîyan

Duhî, Şemîyê, 15/2/2020 Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê li bajarê Miyonşin pêşwazî li Can Êv Lodryan, wezîrê derva yê Firansayê kir.

K24- Hewlêr

Duhî, Şemîyê, 15/2/2020 Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê li bajarê Miyonşin pêşwazî li Can Êv Lodryan, wezîrê derva yê Firansayê kir.

Di civînê de, guhertin û pêşhatên Îraqê û deverê û hewlên pêkanîna hikumeta nû ya Îraqê hatin gengeşekirin.

Wezîrê derveyê Firansayê tekez kir li piştîvanîya welatê wî bo Herêma Kurdistanê û  amaje kir bi giringî ya vemana hêzên Hevpeymanan li Îraq û Herêma Kurdistanê bo berengabûna Daişê.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê supasîya Firansayê kir bo piştîvanî ya berdewam a wê bo Herêma Kurdistanê û bo helwêsta dostane ya wê beranber bi gelê Kurdistanê.

 Derbarê pêkanîna hikumeta nû ya Îraqê jî, tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste rêz li qeware û mafên destûrîyên Herêma Kurdistanê bihêt girtin û sazîyên fermî yên Herêma Kurdistanê nwênerên Herêma Kurdistanê di dikumeta nû ya Îraqê de destnîşan bikin.