Wezareta derve ya Rûsiyayê ragehandinekê derbarê civîna Mesrûr Barzanî û Lavrov belav dike
Wezareta derve ya Rusiyayê ragehandinek belavkirîye derbarê dîdara Sêrgî Lavrov, wezîrê derve yê Rûsiya Fedral û Mesrûr Barzanî, srokê hikumeta Herêma Kurdistanê belav kirîye.
K24- Hewlêr
Wezareta derve ya Rusiyayê ragehandinek belavkirîye derbarê dîdara Sêrgî Lavrov, wezîrê derve yê Rûsiya Fedral û Mesrûr Barzanî, srokê hikumeta Herêma Kurdistanê belav kirîye.
Ew ragehandin di herdû malperên fermîyên wezareta derve ya Rûsiyayê û rûpela fermî ya wezaretê di tora civakîya Feysbûkê de. Di ragehandinê de hatîye,: 15ê Subatê, di çarçoveya Konfiransa Asyaîşa Miyonşinê de, weîzrê karûbarê derve ya Rûsiya Fedral, Sêrgî Lavrov, li gel serokê hikumeta Herêma Kurdistana Îraqê, Mesrûr Barzanî civîya. Di çarçoveya dîdarê de, çend pirsên cuda derbarê geşedanê bi hevahengîyê û karê hevpişik di gelek waran de, di navbera Rûsiya û Îraqê de hatin gengeşe kirin. Her di evî warî de balkişandin ser karakirina hevahengîyê di warê wize, sûtemenî, weberhînan û alîkarîya mirovî de li gel Herêma Kurdistanê.
Derbarê rojevê û mijarên germên deverê û rewşa navxweya Îraqê, tekez li ser ewê yekê hat kirin ku divê civaka nêvdewletî, alîkar be, bi armaca rêgirtinê ji heriftina zêdetir devera Rojhelata Navên û bakûra Efrîkayê, divê hevahengîyê bike daku rola xwe hebe di wê kirîza balên xwe bi ser deverê de dadaye. Herweha behsa asayîkirina asayîkirina kirîza Sûrîyê hat kirin, bi awayek ku mafê hemû gelan û girûpên nejadî yê wî welatî li ber çavan bihêt giritin.